Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmet dicle] de;

8. nivîskarê asûsê ye. bi hevokên xwe yên dirêj zorî bide hevoksaziya kurdî jî nivîskariya wî baş e, hêjayî qalkirinê ye. çîroka ewil di asûsê de gulên sala kezeba mirovî deşewitîne. çîrokeke delal e. ew çîrok, gulên sala, qet ji bîra min neçûye. û piştî çend salan ez ketim vê ferqê ku çîroka sala min bernade. ez car din lê vegeriyam û min car din xwend. bi taybetî jî rûyê sala ji hiş û bîra mirov naçe.

çîrokên di vê pirtûkê de tev baş in. lê gulên sala pir xweş e. hem dilê te pê dişewite û hem jî mirov xwe pê xweş hîs dike. her hevokên vê çîrokê bi min xweş tên. m. dicle nivîskarekî hêja ye. mirov pê serbilind dibe. wekî ku dêya'm digot, xwedê wî sitar bike. û wekî ku kekê'm digot, xwedê wî super-sitar bike.

edît: min vê vîdyoyê nedîtîbû



24.12.2018 22:58 ~2024.05.19 23:38 | mirovekirind