16. (bnr: rewşa welêt)
Di nav ar û pêt de dijîm
Hevala min tu çawayî ?
Bi kul û derdên xwe digrîm
Delala min tu çawayî ?
Hezar sal in li ser te ceng
Hatin kuştin mêrxas , leheng
Cejn û newroz diçin bêdeng
Sersala min tu çawayî ?
Ew şêr û baz in li çolê
Li Serhedê û li torê
Sed seg berdane derdorê
Şepala min tu çawayî ?
Şepala li lata gelî
Birîndar e , kur dinalî
Se direyin li her alî
Hewara min tu çawayî ?
Dagirkerên barbar û hov
Binpê kirin mafên mirov
Rûxandin tev çewlîk û gov
Pergala min tu çawayî ?
Şar û gund giş wêran kirin
Jiyan li me zîndan kirin
Der û hundir talan kirin
Bermala min tu çawayî ?
Li pêş çavên Bro Omerî
Agir berdan rêl û devî
Teba , tilûr revî revî...
Xezala min tu çawayî ?
Roja ku ez te nabînim
Hêsrên çavan dibarînim
Bi qerpalan dimalînim
Desmala min tu çawayî ?
Xwezî b'roja te bikim bûk
Hine bikin dest û neynûk
Bigerînim li şar û sûk
Bêmala min tu çawayî ?
|