Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îngilîzî] de;

7. vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û latînîyê maye piřanîya peyvdanka wê ne xwemalî ye. lê îro ka bê ji ber medyaya civakî ye yan ji ber berbelavîya wê ye, vê stemê ew li zimanên din dike. peyvên nûjen êdî bi îngilîzî ne û gelemperîya zimanan wan řasteřast tev li xwe dikin. tenanet tirkî jî, tevî ko weqas li xwe miqate ye û hewl dide peyvên bîyanî nehewîne, li ber lehîya îngilîzîyê naşê xwe bistrîne û gelek peyvên nuh jê werdigire. heya zimanên mezin ên ewropayê jî peyvên xwe êdî ji îngilîzîyê distînin. helbet ev tiştekî asayî ye, ziman bi danûstandinan pêş dikevin, lê dîsa jî mero naxwaze wan zimananê spehî bi vî halî bibîne. peyvên bîyanî yên ko ji zû de tev li zimanî bûne zêde cida xuya nakin, lê peyvên nû yên îngilîzî derasayî xuya dikin. bi řamana min, erê řast e berê ziman bi danûstandinan pêş diketin lê îro dewlet an ziman hay ji xwe hene, divê êdî li xwe miqate bin û peyvên nû dařêjin. bo wêne almanî vî karî xweş dike lê wê jî çend peyv jê standine.



15 roj berê 15:09 | keyomerd