1. nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîkaya başûr hatiye dinyayê. 1966an de li zanîngeha natalê dest bi beşa tibbê kiriye. di salên xwe yên xwendekariyê de xebatên siyasî kiriye. wusa fikiriye ku divê xwendekarên reşik bi tena serê xwe rêxistinan ava bikin û bi vî şiklî komeleya xwendekarên afrîkaya başûr ava kiriye û bûye serokê wê. 1972an de bûye serokê kongreya reşikan. di 1973an de tundiya nijadperestiyê zêdetir bûye û xebatên biko hatine qedexekirin. 1979an de di protestoyekê de 700 xwendekarên reşik ji aliyê rejîmê tê kuştin û bo protestoya vê bûyerê gelek xwepêşandan çê dibin; di van xwepêşandanan de biko dibe hedefa rejîmê. di sala 1977an de tê girtin û gelek îşkence dibîne; di zindanê de dimire. dibêjin sedema mirina wî greva birçîbûnê ye lê ev yek nehatiye zelalkirin. |
|
19.05.2019 04:40 |
roza
|