2. Li sere wekî @brzn jî gotiye û nivisa wî lînke Here lînkê jî hatîye eşkere kirin ku;
"dema mirov zimanê xwe yê dayikê mezin nebe , ti baweriya mirov ji xwe re tune" .
Ez jî dixwazim çend fikr û ramanên xwe li wira binîvîsim. Ez jî malbatekê ku ji navda Kurdî nehat fêrkirin, mezin bum. Û ez dibêjim gotina li serê raste. Her çiqas ez dibîstanê xwendekarêkî jêhatî bum jî, gava derbasê lîse bum rewş hat guhertin û ez edî dersên xwe serkeftî nebûm,nikaribûm bibim. Li gorî min sedemê wî eve ku, pişti 13-14 salan tû zaroktiyê hedî hedî derdikevî edî ciwan dibî û ji tera jîyana civakî pewîst dibe. Lê ji ber ku li malbata te, tera zimanê te nehat fêrkirin, tu ti carî ekrabeyên xwe nikarî bikevî têkiliyê û her gav ku ekrabeyên we tê mala ve rûyê te dikevê û şerm dikî. Cîwakîbun an sosyaltî li nav ekrebayan destpê dike û tu ji wî mehrûm diminî. Hedî hedî xwebawerî ya xwe wenda dikî. Piştî xwebawerî wenda dibê serkeftîn jî ji mirov dur dibe.
|