1. Girane /axatî : hesp di halê xwe de dimeşe,lingên yek milî hev re bero pêş ve diavêje.
Dugirî : hesp xwe dest û lepan bero pêş tavêje.
Telebî : dema hevsarê hespê tê berdan her çar milan lezê li xwe dike.
Gurigî : ev bez ji çargavî hêdîtir ji loqigî leztir e,beza gurya ne. Sê ling bero pêş,lingek jî heçko bê dehf dan bero pêş qewetê dide beza hespê.
Loqigî : meşa ewil e,ev meş ji meşa giran leztir e û ji çargavî hêdîtir e . Lingên hespê yên çeprastên hev bi hev re bero pêş tavêje.
Rehwalî : hesp dest û lingên xwe yê milekî bi hev re bero pêş an jî bero paş tavêje .Ev bez ji çargavî sistir e.
Çargavî : hesp xwe vê bezê de diqevêzin, çar gavan jî di carekî dişixûlênin.her çar ling bi dehf dan dere bero pêş.
Kihêlî : hesp her du destên xwe bi hev re bero pêş tavêje û dilezêne.
Jêgirtî : kovara folklorame , hejmar 4 , rupel 20-21.
|