1. Helbest û strana seîd yûsiv e. Di navbera gotinên stran û helbestê de hinek guhertinên piçûk hene.
Gerdengaz tu gerdengazî
Guh bide min belengazî
Te ez kuştim bê sûc û sebeb
Bêje min tu çi ji min dixwazî
Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz
Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî
Bi qapan gelek nefs mezin
Gelek car min ji te kir gazin
Silavkî bide bi wî destê bazin
Bo dilê min ji te bibe razî
Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz
Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî
Bê mal im ji min re ne xem e
Bê hal im aşiqê te me
Dinalim ti nabê çime
Ma te di vê bibim rût û tazî
Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz
Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî
Min divê tu bi min re bikenê
Û dest bavêjim wê gerdenê
Min ji te hez kir carek bi tenê
Wê ji min re bibe serfirazî
Gerdengaz, gerdengaz gerdengaz
Delalam gerdengaz, berxa min gerdengaz tu gerdengazî
Di pirtûka seîd yûsivê de helbest wiha derbas dibe;
Gerdengaz tu gerdengazî
Guh bide min belengazî
Te ez kuştim bê sûc sebeb
Bê je min ti çi ji min dixwazî
Bi qapan gelek nefs mezin
Gelek car mi ji te kir gazin
Silav bide bi wî destê bazin
Bo dilê min ji te bibe razî
Bê mal im ji min re ne xem e
Bê hal im aşiqê te me
Dinalim ti nabê çime
Ma te di vê bibim rût û tazî
Divim tu bi min re bikenê
Û dest bavêjim wê gerdenê
Bêm te divê carek bi tenê
Wê ji min re bibe serfirazî
|