Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [abdullah kıran] de;

3. kesê ku meriv dikare ji bo wî bêje "teknîkerê agahîyan". di pîyaseyê de kesên weke wî pirr in, bo mînakê mufîd yuksel, îlber ortaylî. zanîna wan a di warê hin mijarên dorsînorkirî de zêde ye lê ji aliyê etîka zanistê ve pirr qels in. etîk û ehlaqa zanistê tenê ji metodê pêk nayê, di xwe de netirsîna ji desthilatê û venegerîna ji heqîqetê û her daîm vegotina rastiyê jî dihewîne. ev kes û kesên weke wî pirrî caran ji bo ku xwe li ber dilê desthilatê şêrîn bikin, rastiyan manîpule dikin û xweliyê li serê xwe dikin.



20.05.2024 21:16 | ceso