1. xuya ye bi ya mezheba şafiî jin nikarin heywanan serjê bikin. argumana mezhebê çi ye nizanim lê ev di emrekê zû de ez rû bi rû serjêkirinê kiribûm. Ji xêncî min zilam tune bû (10 salî filan bûm) xwişka min got were vê mirîşkê serjê bike. Ez bûbûm şok! Got zimanê rebenê bigire û derxe û bi bismilayê/şehdê serjê bike. Helbet min nekir. Xwişka min jî got madem wiha xwedê efû bike û karê xwe bi xwe dît. Tê bîra min cîranên me ew şermezar kiribûn û gotibûn ew êdî heram e. Wê jî gotibû ma bila heta êvarî kom û kuflet birçî bimînin* |
|
17.11.2022 13:45 ~14:11 |
biruya hayao miyazaki
|