Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê zanistê] de;

2. berê latînî, yewnanî û germenî bû, îro îngilîzî jî bi rêyeka neyasayî tev lê bûye. têgehên nuh ên zanistî êdî bi îngilîzî tên binavkirin. nizanim li vî karî kî yan çi dezgeh berpirs e lê êdî wek ne xema kesî ye. sedema pêşîn ko zimanê zanistê ew sê ziman hatibû dîyarkirin, ew bû ko her sê ziman jî mirî ne û ji alîyê ti kesî ve nayên peyivîn û loma dengên wan, řêzimana wan, peyvên wan ê ti carî neguheřin. lê îngilîzî ne zimanekî weřê ye û sed salên din ê ji îngilîzîya îro cida be.



2 roj berê 15:27 | keyomerd

1. her kes wa dizane ko latînî ye lê herweha yewnanîya kevn û germenîya kevn jî zimanê zanistê ne. têgehên zanistî jî di her zimanan de heman in û bi van zimanane ne. lê bilêvkirina wan di her zimanî de ne heman e. her ziman gorî sirûşta xwe kirasê fonetîka xwe li wan têgehane dike. bo nimûne peyva eukaryote-ê bi latînî wek ewkaryot-ê, bi îngilîzî yûkerîyot, bi turkî ökaryot, bi almanî oykaxyot, bi frensî ökaxyot tê gotin. bala xwe bidinê "eu" bi van zimanên serekî cida tên gotin. frensî, almanî, îngilîzî û latînî ji ber ko ji heman rehî tên xuya ye bilêvkirina wan jî bi demê ve tev zimanî guherîye û awayê xwe yê resen girtîye, lê bilêvkirina turkî bi gumana min ji frensîyê hatîye wergirtin. peyveka din vaginal bi latînî wek vacînal, bi îngilîzî vicaynil, bi turkî vajînal, bi almanî vagînal, bi frensî vajînal tê gotin. bala xwe bidin bilêvkirina g-yê. hîn dengên din jî hene lê ne pêwîst e em gişan bidin ber hev. li ser vê mijarê kêşe ew e ko em ê bi kurdî çawa van têgehane bi lêv bikin, wek latînîyê yan wek zimanekî din? bawer dikim ko piranîya zimanên neewropayî (ewropa jî yek ji wan têgehane ye û me rasterast wek latînîyê bi lêv kirîye ko bi min jî ya rast wisa ye) wek îngilîzîyê bi lêv dikin ji ber kartêya wê ya berçav. zimanên ewropayî jî bi rêzikên xwe yên rêzimanî bi lêv dikin. îja heke xwedê kir welat ava bû perwerde dirûst bû gelo em ê kîjan rêyê hilbijêrin?



20.03.2023 22:31 ~2024.06.07 15:17 | keyomerd