3. Zimanê zanistê ne ya neteweyekî, ne ya gelekî, ne ya yekîtîyekî, ne jî ya kesekî ye. Zimanê zanistê berî her tiştî bi armanca xwe, xwemalî giş mirovahîyê ye. Lê ev nayê wê wateya ku ne hewceye em tegehên xwe ava bikin û rasterast zimanê zanistê bikarbînin. Divê ku em ji bîr nekin zimanê zanistê, zimaneke ku rê dide neteweyan ku hevdû fêm bikin û bi hev re pêşvebirina mirovahîyê de danûstandinê bikin. Wisa ye ku heya îngilîzan jî di nav xwe de dêlva têgehên latînî, îngilîzî bikartînin. Min qet lêkolîn nekir gelên bi îngilîzî diaxivin di gotarên xwe de latînî bikartînin an giranî didin îngilîzî, hevalên ku di derbarê vê yekê de agahdar bin me jî haydar bikin ez ê gelekî kêfxweş bim. Her ziman, her netewe hewl dide ku têgehên zanistî yên xwemalî biafirînin, ava bikin. Lewra ev têgehên avakirî ji aliyê wateyê ve têgihiştbartir in. Her wiha di axaftinê de herikbarîyê jî xera nakin, têgehên biyanî bilêvkirinên cuda dihewînin û herikbarîya hevok disekinênin. Ziman bilêvkirinên van peyvan li gorî xwe biguherîne jî, weke mînak em du kîs xeyal bikin yek zimanê axaftvan yek jî zimanê biyanî ye. Dema axaftvan hevokekî ava dike peyvan ji kîsê xwe diderxê, ku hewce be peyveke biyanî bikarbîne, destê xwe ji kîsê xwe diderxê û dest diavêje kîsê din û ji wir peyvekî dirajê û dixê nav hevokê xwe. Bê guman ev giranîyekî dide beşa wê hevokê û bê zanîn axaftvan neçar dimîne ku wê peyvê ji peyvên din serbixwe bilêv bike. Ji ber vê yekê hilberandina têgehên zanistî gelekî girîng e. Bi dîtina min her neteweyek divê di nav xwe de xwedî têgehên zanistî bê her wiha di nav xwe de van têgehan bikarbînin, lê ku rewşa têkîlîya navneteweyî çêbû bê guman zimanê hevpar divê. Di encamê de divê mirov ji aliyê zanistê ve divê du perwerdeyê cuda bigire. |
|
14 roj berê 20:02 |
burak derdilî
![]() |