Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cemile dinçer] de;

4. Min li ser youtube hema xwe re mûzikan guhdar dikir piştre ew derket, baş e kêyfa min jê re hat filan bêvan heta ku min xwest ez mîjarek ser vebikim.

Lê min dît tirşikvan xabûrî kevirek avitiye cemile dinçer, min got hay lo lo ev çi bû. Piştre min lêkolînek berfireh kir , gotinên stranên ji cemile dinçer û şivan perwer guhdar kir.

Piştê lêkolîna berfireh xabûrî mafdar derket.tirşikvan çi bêjin mafdar in bi xwedê

Ev gotin ji bin danasîna strana cemîle xanimê hatiye wergirtin, yanî bixwe nivîsiye.



Way li min, way li min…
Kî divê kurd nizan in
Ew ne rind û nezanin
Ji kurda ra dibêjim
Ji merda ra dibêjim
De bira rabin bişîxin
De bira rûnin bixwînin
De bira rabin, de bira rûnin.

Şoreşger bi gelan e
Hemû wekî şêran e
Way li min, way li min…
Cegerxwîn û Dilbirîn, way li min
Qîrînê Perwer Şivan, way li min
Ji kurda ra dibêjim, way li min
Ji merda ra dibêjim, way li min
De bira rabin bişîxin, way li min
De bira rûnin bixwînin, way li min
De bira rabin, de bira rûnin.

Ev jî li bin vîdyoya strana şivan perwer de yekî wek şîrove nivîsiye min xwe newestand lê guhdar kir -şopand. rast nivîsandiye.





@Little_Jacob_Rasta
9 months ago
lyrics:
Way li min, way li min, way li min,
way li min,
Way li min, way li min, way li min,
way li min.
Kî divê kurd nizan in, way li min,
Ew ne rind û nezanin, way li min,
Kî divê merd nizanin, way li min,
Ew ne rind û nezan in, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwînin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.
Şoreşger bi gelan e,
Hemû wekî şêran e,
Way li min, way li min, way li min.
Way li min, way li min, way li min.
Hela hûn werin bipirsin, way li min,

cemîle dînçer çima ji vir qut kiriye ? nayê zanîn! ma ev pêlîstok e ?

Ev kara Kurdistan e, way li min,
Ev kara me kurdan e, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwînin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.
Ey jin û mêrê kurdan,
Bi xaxî merda hildan,
Way li min, way li min, way li min,
Way li min, way li min, way li min.



Cegerxwîn û dilbirîn, way li min,
Qîrînê Perwer Şivan, way li min.
Ji kurda ra dibêjim, way li min,
Ji merda ra dibêjim, way li min,
De bira rabin bişîxin, way li min,
De bira rûnin bixwuynin, way li min,
De bira rabin, de bira rûnin.



17 roj berê 19:35 ~19:36 | brzn