17. berhemek qedirbuhaye ku ji bo min bûye lûtkeya edebiyata tirkî ango pîvana edebiyata tirkî. Heta ne tenê di qada edebiyata tirkî de di edebiyata cîhanî de jî reng û rûyek nû aniye, li edebiyatê tiştek mezin zêde kiriye. Bi rastî her çiqas çavê me li gelek cihan pêketibe û bi jêgirtinên wê xwe mîna pirtûk hemû xwendî hesab kiribe jî û me ev berhema di hiş û mêjiyê xwe de mîna berhemek asayî û ji rêzê sêwirandibe jî ne tiştek wisa ye. Her rûpelê de , her risteyê de, her hevok û het peyvê de bi awayek efsûnî min xistiye bin bandora xwe. Bi kar anîna zimanê wî yê bi berfirehî em fêm dikin ku ne xwestiye xwendevanan biêşîne ne jî xwe ji lîstik û sêra wêjeyê dûr bixe. bi vegotin û teknîkên cûr bi cûr, bi ceribandinên gelek serkeftî, tinaz û tiranê ye xwe bi dîrokê kirin û dîsa bi nêrîn û qaîdeyê xwe anîn ziman... Yanê welehî niha ez çiqas peyvê bînim ba hev ji bo vê berhemê dê her kêm bimîne. Ev gotina klasîk ku dibêjin "min nedixwest pirtûk biqede" cara ewil min di vêya de hîs kir. Ne ji ber bûyer û çîroka romanê, min dixwest ev ziman û lîstokên wê yê ku êdî hedê xwe derbas kiriye pê hebekê din jî tehma dev û mêjiyê xwe xweş bikim. Ne ku ez mîna xwendevanek aşiq û sewdaliyê zimanê tirkî xeber didim, ev berhema mîna ku min got berhemek cîhanî bû ji bo min. Dihêla ku xwendevan di derheqê zimanê xwe de jî nêrîn û saloxên nû li ber xwe bibînin û zor bidinê. |
|
13.12.2021 13:05 ~2021.12.14 19:53 |
rizgarm
|