Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cergebez] de;

1. Awayê têkel(jin û mêr di nav hev da) yê şahî û dîlanê ye, tişta seyr ew e ku ji bo vê awayê dawetan navek hatiye peydakirin, dema min ewil car bihîst bi min gelek nenormal bû. Herhal ji ber kultura îslamî wisa ye, wekî din jixwe ya normal ew e ku şahî û dilan têkel bin. Tişteke ecêbtir jî ev e ku êdî vê têgehê hukmê xwe ji dest daye çimkî dema dawet çêbin ti kes nabêje; "daweta me cergebez e" jixwe êdî ya normal ew e, li şûna wê dema dawetên ne cergebez hebin li ber nezera mirovan ecêb in. Ev tişt diyardeya sekulerbûnê ye, mirov dikare bi zimanê mirovan, tespîtên civakî û çandî bike.



09.05.2024 12:42 | bayê xerbî