Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene] de;

1. gelek in. çend nimûne di romana şampazê de.

ji bo min ava çeman sekinî. r 14.
di bin simbêlan ra kenîya. r 16.
tu bi xêr û ez bi silamet! r 25.
ez ne yê îro û do me. wextê ku xelk diçûn ser avê, ez ji avê digeriyam. r 30.
çavê xwe girt û devê xwe vekir. r 45.
ma ez ne zarokê do me. r 65.
meraqçî pê li cîyê şil nedikir. r 69.
ma hestî di goştê zimanî da heye? r 110.
ev zarokê do. r 122.
em ê gişî fitîl fitîl di firnikê wî ra bînin. r 144.
lam û cîma vî îșî tune ye. r 146.
hema di kû da zirav dibe bila eynî di wir da biqete. r 158.

bi ya min, tev biwêjên malê kurdî ne.

ez ji ku dizanim? ez ji her tiştên din dizanim. çand û zimanê qaşo tirkî û huner û fikir û hertiştên qaşo tirkî, texlîd in. bibêje %99.9 texlîd in, ne resen in, ji cihekî din hatine girtin, dizîn. yanî tev malê talanê ne. stran, xwarin, filîm, peyv, lîstik, dans, usil, her tişt, her tişt. em dizanin ku zimanê tirkî heftê toximên din tê re geriyane. ji hedê xwe zêde ji zimanên din girtiye.



18.05.2024 15:40 | mirovekirind