Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene] de;

2. Bi min ji mînakên peyamê ewil de hinek çewt in.

1-“ Ji bo min ava çeman sekinî” ne rast e.
Di nav gel de “Ava kaniyan ziwa bûn” têt gotin û beramberî “akan sular durur” a tirkî ye.
Nivîskar wekî “ akarsular durur” fam kiriye.
Ji bo min ava kaniyan ziwa dibû.

2-Ez ne zarokê do nabêjin. Dibêjin ez ne “zaryê hûr, zaryê hûrik, zarokê hûrik, zarokê hûr” im.

3- “çavê xwe girt û devê xwe vekir” sedî sed çewt e.
Dema ku yek çavê xwe digire bi destê xwe digire, an jî tiştekî tînê ber çavê xwe.
Divê “Çavê xwe damilandin û deve xwe vekir” bibe
“Yummak” a tirkî “damilandin, damikandin..hwd, ” a kurdî ye.
Miçandin nabe, miçandin tevgera bi lez damilandin û hêma piştrê vekirina çavan e. “kırpmak” a tirkî ye.

Yên din de jî xûya dikin hinek pirsgirêk..
“pê li ciyê şil nedikir” belkî rast e lê xuya ye nîvîskarê şampazê “ pê li texteya şil nedikir “ negotiye, “ciyê şil” gotiye.

“ma hestî di goştê zimanî da heye”
Li gorî ferhengê “dîlîn kemiği yok” a kûrdi “zimanê sorik e, derbejêr û hevraz ji ziman re tune” ye.

belkî mafdariya nivîskarê şampazê heye. Wekî li gorî ferhengê “once can sonra canan” a kurdî
“Lêv ji diranan pêştir e” Cihê vê gotibûya “Berî can, piştrê canan” hin fambar dibû.



19.05.2024 01:03 ~01:07 | çomo