Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gulên sala] de;

1. çîrokeke delal a mehmet dicleyî ye. (bnr: asûs)

vebêjerê vê çîrokê zarokek e. yanî ji devê zarokekî em vê çîrokê guhdarî dikin. tişta ku bala min kişand, vebêjer ne yek e. di nav vê çîrokê de hevokên bi dunik ("") tên ber me ku ew hevok ji piste pista asûsîyan hatine wergirtin û di derbarê biyaniyan de ne, yên ku wek memûr hatine asûsê, bi qasekî mane û çûne. ew dibe wekî ku zarok çîroka gulên sala ji me re vebêje û li aliyê din jî hemû şêniyên asûsê ji me re qala çûn û hatina jin û mêrên biyanî û meseleya salayî bikin.

ev jî qey şêwazeke vegotinê ye û xweş lê hatiye. dibêm qey nakeve warê stream of consciousnessê. hema bi ya min çîrok pê xweştir bûye.



20.05.2024 00:08 | mirovekirind