Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dayikên şemiyê] de;

2. sibe, di roja şemiyê ya 25ê gulana 2024an de, dayikên me dê cara hezaremîn bicivin.

roja borî ez û hevalên xwe em çûn pêşangeh û konserteke li taksîmê. çalakî ji bo dayikên şemiyê hatibû amadekirin û lidarxistin. îca hevalê hevalê min jî hatibû ku yekî fransî bû û haya wî qet ji rewşa kurdan tune bû. ji aliyê diya xwe ve baskî bû. min jî beriya berî qala hevpariyên kurd û baskan kirin. û paşî me meseleyê anî li ser dayikên şemiyê û kuştinên faîlî meçhûl.

dîsa dilê min bi xem û keser têjî bû. dawiya suhbetê êdî min nekarî qal bikira, ji ber ku heta tê bîra min, em hertim hewl didin kesên ne ji me ne serwext bikin di derheqê dîroka me, rewşa me, êşûkeserên me, mirinên me de. bi hêvîya ku ew me fêm bikin û piçikekî jî be piştgirî bidin me. min xwe wisa neçar, asêmayî hîs kir ku êdî min nexwest zêdetir behs bikim. ji zûde ye jî di vê rewşa derûnî de me jixwe.



28 roj berê 19:55 | xelîl