Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sevda orak reşitoğlu] de;

1. Li zanîngeha artukluyê a mêrdînê akademîsyen e.

Di sala 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Mastera xwe li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite.

Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Demekê li le monde dîplomatique kurdîyê wergerê ji frensî bo kurdî kiriye.

Li botan timesê her hefteyê nivîsekê wê derdikeve. Nivîsên xwe bi şeweyekê balkêş dinivîse. Hest û ramanên mirovî ku di dileê xwe de vedişêre ango nikare, nizanê, naxwaze bîne ser zimên bi awayekî herikbar vedibêje. Her ku ez nivîsên wê dixwînim hişê min tê cihê xwe. Mîna detoksê ye ji bo hişê min. Xwezil pirtûkekê binivîse da ku em bixwînin.



23.05.2024 11:34 | çaya germ