Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pere li erdê dîtin] de;

4. ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebitînim perê min hema bêje tunebû hîç.Rojekî sar û seqem bû nîqaşek navbera me de derbasbû min hez nedikir zêde li wir bisekinim û min derî lêda ez derketim.ew şev min nedixwest biçim malê , demeke dirêj meşiyam , bê perebûm , wek min got pir jî sar bû.Carekî de çavê min tiştekî kesk ket , ew 20 tl bû .20 tl jî perekî mezin bû ew dem.Min ew pere hilda ez çûm cafeyên înternetê ku ew dem ev cafe pirr populerbûn.Heta sibê min xwe germ kir , bi tost û çay zikê xwe têr kir. ew şev wisa xweş derbasbû.
Min pere li qeraxa mizgeftek dîtibû , zêde ne dîndar bim jî peyam zelal e hêja no!!!



25 roj berê 12:44 | brzn