Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifûsa kurdan] de;

1. Hejmara ku tim û daîm ji aliyê kurdan ve tê manîpulekirin û bêyî delîl û belge hejmarên weke 50, 60, 70 mîlyon li dû hev tên rêzkirin. (gava din min 150 mîlyon jî dît) ev îdîa gava ji hêla ciwan û zarokan ve tên kirin ne hêja ye ku meriv serê xwe pê bêşîne lê carna em van gotinan ji hin kesan jî dibihîzin ku weke rojnameger, lêkolîner an jî siyasetmedar tên nasîn. îro dîsa di vê weşana zindî ya îbrahîm xelîl baran de rastî vê îdîayê hatim û min qrîz derbas kir.


camêr bi devê xwe dibêje eger hun ji min bawer nakin herin li îstatîstîkê "Tuik"ê (türkiye istatistik kurumu) binêrin, hun ê bibînin ku nifûsa kurdan li tirkiyê 35 mîlyon e. jixwe tam jî li gorî îstatîstîkên tuîkê ne mimkun e ku nifûsa kurdan 35 mîlyon be! di vê navê de îstatîstîk li ser daneyên "kutuk"an hatine kirin û meriv dikarê ji wan ewle be. hun dikarin herin vê lînkê û bi makîneyeke hesabê bi destê xwe jî bijmêrin. Here lînkê. De em werin meseleya me, li gorî daneyên tuîkê ku gorî qeydên kutukê hatine berhevkirin, nifûsa kurdan eletexmîn çend mîlyon e? Min nifûsên riha, amed, dîlok, kilîs, semsûr, meletî, elezîz, mereş, sêwas, dêrsim, erzîncan, bîngol, mûş, erzîrom, qers, îdir, agirî, bedlîs, mêrdîn, şirnex, batman, sêrt, hekkarî û wan û her wekî nifûsên wan bi temamî kurd bin hesab kir û hejmar 28 mîlyon derket. ji bîr nekin, min riha û dîlok û meletî û sêwas û mereş û elezîz û erzîrom û qersê fûll wekî kurd hesab kir. jixwe ku vana ji lîsteyê derxî li wir 10 mîlyon namîne jî. îcar hê tê de erebên mêrdînê, sêrtê, amedê, mûşê jî hene. îcar têde azerî û tirk û dadaş û koçerên tirk jî hene. li gor texmînên min nifûsa kurdan li tirkîyê tevî kurmanc û zazayan li dora 15 mîlyonan e. û em yên asîmîlebûyî jî jê derxin dimîne 10 mîlyon. ev texmînên min bûn û dikarim lînkên çend lêkolînan jî li vir deynim lê çiqas biewle ne nizanim lê hejmarên ku danîne bi ya min rast in. Here lînkê
lînkekî din jî Here lînkê û yeke din jî Here lînkê li gorî daneyên joshua projectê li tirkiyê bi kurmanc û zazayan nifûsa kurdan 16 mîlyon e. ji vî 16 mîlyonî jî 7 mîlyon kes êdî nikare bi kurmancî an jî bi zazakî baxive. loma li wir dimîne 9-10 mîlyon. ji vî 9-10 mîlyonê 3-4 mîlyon jî tirşikçî hene, meriv wan jî derbixe li wir dimîne 6-7 mîlyon. axirê hun ji min bipirsin kesên ku meriv ji wan re dikare bibêje kurd 4-5 mîlyon in û ev hejmar ne ji bo avakirina dewletek belkî ji bo sed dewletan jî bes e. nexwe kurd hê jî baş û têr organîze nabin û hê jî li xwe û li zimanê xwe nabin xwedî. Û ez ê qet fehm nekim ka çi dikeve destê wan kesan ku gava xwe berdidin û nifûsa kurdan dikin 70 mîlyon, pê xirûra xwe aş dikin? an jî derdê wan çî ye nizanim. bi rastî jî ku nifûsa me 70 mîlyon bûya û em di vî halî de bûna ji şerman min ê ji kurdbûnê îstîfa bikira. meriv ewqas nifûs hebe û di vî halî de be. neyse mala xwedê ava be ku haya me ji rastiya meseleyê heye û em ber bayê gotinên tiroviro nakevin. cimaeta tirşikê hun jî ber bayê gotinên wisa ji bin ve çirandî nekevin ji kerema xwe re.



26.05.2024 00:08 ~01:25 | ceso