1. paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko li devereka dî jî hebe lê haya min hew ji van heye. dema piştî cînavên ev, ew, van, wanê navdêrek tê ev paşgire bi wê navdêrê ve dibe. ev taybetmendîye di soranîyê de jî heye û ne devokî ye berbelav û standard e. lê li hinek deveran -a ye ji ber ko hin devokên soranî e-yên dawîyê "a" dixwînin (tevî ko dîsa jî "e" dinivîsin.). hin deverên kurmancîpeyiv jî wilo ne (nisêbîn, midyad, kerboran, hezex), lê tevî ko qosar ne di nav van de ye, ew jî vê paşgirê "a" dixwînin. û bikaranîna wê li qosarê gorî badînan gelek berbelavtir e. çend mînak: |
|
25 roj berê 10:03 ~10:07 |
keyomerd
![]() |