Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keloş

profîla "keloş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [orpheus] de;

1. Orpheus di mîtolojîya yewnanî de navdar bû

Muzîka wî ewqas xweş bû, dema lêdixist av nema diherikî, ba disekinî û asîman vedibûn da ku melodîyên wî yên hêja ji aliyê xwedayên Olîmpê bê bihîstin. Rojek mar bi jina wî eurydice veda û wê kuşt. Ji xemgîniyê Orpheus bi lîra xwe hew stranên dilşikestî lêdixist. Hingî xweda li ber wî ketin, jê re şîret kirin ku dakeve (cîhana) jêr. Orpheus dixwest bi muzîka xwe xwedayê hadês razî bike ji bo ku jê re Eurydice vegerîne. Daxwaza Orpheus bi şertê ku ew pêşî hilkişê jor û teqez xwe jê re nezivirîne hat qebûl kirin.



Îro 17:58 | keloş