Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayê xerbî

profîla "bayê xerbî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ak-47] de;

1. AK-47(bi Rûsî; Автома́т Кала́шникова-47) ,(bi Kurdî; Kalaşnîkov-47 a otomatîk an jî keleşnîkov) Çekeke 7.62 milîmetr a peyadeyan e û berhema Sovyetan e.  Çeka ku wek ya herî bernas a Cîhanê tê qebûlkirin, bi destê Mîhaîl Kalaşnîkov hatiye dîzaynkirin û her wisa ji hêla Kalaşnîkov ve hatiye hilberandin. Di 1946'ê da ketiye nav envantera Artêşa Sor.
AK-47 û hemcûreyên wê ji ber avaya xwe ya nealoz, ji ber venêrîna wê ya hêsan û ji ber erzanîya xwe heta niha bûye çeka herî zêde hatî hilberîn û berbelav. Nêzîk 100 milyon heban hatine hilberandin. Her wisa hema bêje di her şerî û li ber derê hatiye bikaranîn.
Varyanta wê ya yekem AK-46 bû, di 1945'ê de kar li ser dîzaynkirina wê hatine kirin.
Ji bo ku bikeve şûna çekên Artêşa Sor yên wek Mosin-Nagant, SKS, AVS-36 û PPS-41; endezyarê Artêşa Sor Mîhaîl Kalaşnîkov çeka StG 44 ku malê Almanî ye, ji dîzayna xwe re kir bingeh û AK-47 durist kir.
AK-47 sala 46ê di cerbeyên leşkerî da hate testkirin û varyanta wê ya qontax-westar sala 48ê li yekîneyên taybet yên Artêşa Sor hatine belavkirin. Bi awayekî fermî di sala 49ê da pêşiyê bû çeka bingehîn ya peyadeyên Artêşa Sovyetan û paşê jî bû ya peyadeyên welatên Yekitiya Warşovayê.
AK-47 hema bêje li ser derên Dinyayê hatiye bikaranîn çimkî gerandina wê, hilberandina wê, bikaranîna wê, paqijkirina wê bi kurtasî hemû tiştên wê gelek hêsan û nealoz in. Ji bo bikaranînê fêrbûn gelekî zehemt nîne, di nav rojekê da di asteke ne bilind da mirov dikare bi dehan kesan fêrî bikaranîn wê bike.
Wekî din di sir û seqemê da, kelegermê da, di herîyê da, di avê da, li çiyan, li deştan, li nav bajaran ji bo bikaranînê guncav e. Dabînkirina wê ne giranbiha ye, li hin cihên dinyayê bi sed dolaran têne firotin. Rêxistin an jî dewletek dikare bi lêçûneke kêm têra artêşeke bi hezaran kesan pêk tê, AK-47an peyda bike.

Çend xusûsîyetên wê;
•Likarbûn; 1949 û heta niha
•Bikarhêner; ji xeynî DYA,Kanada û çend welatên Awrûpayê tevahiya welatên Dinyayê.
•Hema bêje hatî çêkirin û heta niha çend şer pêk hatî bin lê cihê xwe girtiye.
•Dîzaynkar; Mîhaîl Kalaşnîkov.
•Dema dîzaynbûnê;1944-48.
•Hilberîner; Îjmaş
•Dema hilberandinê; 1949 û heta niha.
•Nêzîkê 100 milyon heban hatine hilberandin.
•Varyatên wê;
√Varyantên Resen;
-Type 1A/B,
-Type 2A/B,
-Type 3A/B,
-Type 4A/B,
-AKS-47,
-AKS (AKSN),
√Varyantên Pêşvebirî;
-AKM,
-RPK,
-AK-74,
-AK-100,
-AK-101,
-AK-103,
-AK-107,
-AK-12,
•Giranî; 3,47 kg(bê şarjor),
•Dirêjî; 880 mm (bi qontaxa westar), 645-875( bi qontaxa newestar).
•Dirêjîya Lûleyê; 415 min,
•Cebilxane; 7.62×32 mm,
•Eşkêla Guleyê; 7.62 mm,
• Lezahiya Gule Avêtinê; Di deqîqeyekê da 600 gule,
•Lezahiya Guleyê ya ji lûleyê Derketinê;715 m/s,
• Menzîla wê ya bi bandor; 350 m,
• Şarjker; Şarjora 30 xane,

Xebitîna Mekanîzmaya wê;




Her kesek dikare bikar bîne; ddddd




Vîdeo fake e.


Bi varyanta RPKê cerbeyeke ecêb;




Duh 00:56 ~01:10 | bayê xerbî