Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çaya germ

profîla "çaya germ"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ak-47] de;

3. piştî min nivîsa bayê xerbî xwend ez çûm wikipediayê li wir dibêje li ser ala mozambîkê û hîzbûllahê ak-47 heye. agahiyeke balkêş e bi min.

ew çeka ku li rojhilata navîn hem di destê fedaiyê azadiyê de hem jî di destê çeteyên ku mirovan dişewitînin de heye.

di destê kurdekî/e hay ji xwe heye de be (azadiya kurdistanê-47) navê wê keleş e, wekî din navê wê kalaşnîkov e.

dema nû derketiye belkî bo şer bikêrhatî be lê êdî şer ne mîna şerê berê ne. bi teyare û dronan diqewimin. roj bi roj ferqa di navbera teknolojiyên nû û çekan de berbiçavtir dibe.



Duh 17:33 | çaya germ