1. bêjeyeka nû ye ku bi kurdî em dikarin weke xeyalperestiya hişê Çêkirî binav bikin.
ew tiştek wisa ye ku di pergalên hişê çêkirî de , bi taybetî di modelên zimanî yên mezin de (mina chatgpt), tê dîtin. Ev rewş dema ku hişê çêkirî agahiyên şaş, ne rast an jî bêwate diafirîne, lê bi awayekî dilniya û hevgirtî pêşkêş dike, çêdibe. Xeyalperestiya AI dikare bibe sedema belavbûna agahiyên şaş û nexwestî. Ji ber vê yekê, girîng e ku mirov bi baldarî nêzîkî bersivên ku ji pergalên hişê çêkirî tên bibe û agahiyên girîng bipiştrast bike.
mînakek:
Ez:
îbram xelîl baran kî ye?
***
pergela hîşê çêkirî:
Îbram Xelîl Baran nivîskarekî Kurd e ku bi zimanê Kurdî dinivîse. Ew di sala 1990î de li bajarê Qamişlo yê Sûriyê hatiye dinyayê. Baran wekî nivîskar, helbestvan û wergêr tê nasîn. Ew bi taybetî ji bo helbest û çîrokên xwe yên bi Kurdî navdar e.
Baran di warê parastina ziman û çanda Kurdî de jî xebatên girîng kiriye. Ew hewl dide ku bi rêya nivîskariyê, zimanê Kurdî bide bikaranîn û biparêze.
Heke hûn bixwazin bêtir agahî li ser jiyan û berhemên wî bizanin, ez dikarim zêdetir behsa vê mijarê bikim.
|