1. daxwaza ku ji piçûkanî de di dilê min de ye. mixabin piştî ez mezin bûm min zanî ku ne superman û ne jî batman tune ne lê heger hebûya û kurd bûya hûn dizanin dê çawa bikira.
dê biçûya pirtûkên karl marx bixwendana
dê tîmên tirk û ereb û farisna bigirta wek ku tîmê kurdistanê ne.
dê bigota çima li geziyê daran jê dikin
dê bigota çima pydê piştgiriya dijberiya sûriyeyê nake
dê şerê amerîka û îsraîlê bikira
dê bi tirkî biaxiviya
dê helbestên tirkî, erebî û farisî bixwendana
dê romanên tirkî, erebî û farisî bixwendana
dê bigota kurdistan ne giring e ya giring mirovatî ye
dê ji hemû miletan hez bikira ji bilî kurdan û dê bigot kurd xayin in
dê filistîna ku ne bindest e ji îsraîliyên xwediyê xakê rizgar bikira
dê bigota em û tirk bira ne
dê bigota em û ereb bira ne
dê bigota em û faris bira ne
û dawiya ma dawî jî me, kurdan, dê sed nalet li xwe bihaniya ku heta bi supermanê me ji me hez nake.
(bnr: kurdên hebûna xwe bi hebûn û nebûna kesên dî ve girê didin)
supermanekî me hebûya jî dê wek me bûya û bi kêrî ti tiştî nehata ji ber em bi xwe bi kêrî ti tiştî nahên.
heger ev tiştên superman li jorê digotin em ji mejî û dilê xwe derxînin, ji xwe em dê azad bibin
(bnr: çareya rizgarkirina kurdistanê di nerîna tirşikvanan de.)
|