Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan bila romanan jî binivîse] de;

6. daxwazeke li cî ye. camêr nivîsand. di dema borî de. romana xwe ya pêşîn spîtama di sala 2016an de weşand (ew bixwe weşanger e *). lê dû re spîtamaya wî li rexneyeke tund hat ku digot têde gelek gotinên bi rengê bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin hatiye nivîsîn hene. îcar dikim û nakim wê rexneyê li înternetê nabînim.

tenê ev heye: ANALÎZEKE KLASÎK LI SER ROMAN SPÎTEMA - Here lînkê

ez fêhm nakim, ma piştî nivîsînê nivîskarên me xebata xwe nadin kesî? pê re mirov çewt û şaşiyên xwe dibîne, nivîs pê re dikemile. dibêjin proofreading

tu dê bêjî, helbet hinek kes hene ku bi wan re didinê xwendinê. bo edîtorî pirtûkê bide yekî, bo redaktorî bide yekî din û bo reseniya zimanê xwe bide yekî din. ez bixwe wek xwînerek bi van çewtiyan elimîme, xeteyên mezin di weşanên kurdî de tim dibînim. lê ji nivîskarên hêja re, nivîskarên mezin re şerm e wan xeteyan. çend car min di dilê xwe de gotiye: hûn ewqas bi tenê ne? ku we kes nedît, bişînin min, xwedê ji we razî!



8 roj berê 23:59 ~2024.06.20 00:36 | mirovekirind