39. Bi xêr û bereketa xwe îsal jî me rûmetdar kir. Em gelek xweşbextin ku îsal jî gihîştin li vê meha pîroz. |
|
09.05.2019 05:03 |
rûbar
|
30. Wulen! : ). Dema berê ku kal û pîra me behsê dikir û digot ermen û siryan û êzidî filan di meha remazanê de li derve hurmeta xwe nîşan didan ji bo misilmanan. Tiştek wek eşkere û bêedeb nexwarin. Xwarina fitarê çêdikirin û badikirin me, emê mêvan dikirin. Digotin carinan ji me re digotin heywanek jêkin û werînin em pijartînin, hûn îşev mêvanê me ne ji bo fitarê filan. Ev Fam kirina ji mirovatiyê ye. Mirovatî çi ye dizanibûn |
|
09.06.2017 05:36 |
rûbar
|
27. Civatên wisa yên dejenere bûyî hîç nizanin çawa giranî tê nîşan dan. Yazdeh meh wek serbest tê dijîn mehekî jî divê mirov giranî ji ibadetên hestyar yên misilmana nîşan bidê.giranî dan têkildarê kesayetî ye. Giranî nîşan dan têkildarê mirovatî ye. Heke ev di nav civakekê de belave nebe ne tenê derb xistin tiştên dî jî derdikevin. Ev jî bi pîleya dejenerebûnê re têkildar e û nîşaneya paşmayînê ye. Deverên paşmayî de tolerans çi ye, feraset çi ye a wilo berçav e nayê zanîn. Di remezanê de jixwe mirov di hundirê de dikare çi dixwaze bike. Lê li derve mirovên ku nizanin giranî pîroza insanên din bidin gava ku ji bo xwe giranî dan dixwazin kenawer dibin. |
|
08.06.2017 04:36 |
rûbar
|
25. Meha remezanê mehê rehmet û mexfîret e.Xwedayê dilovan di vê mehê de derîyê rehmet û mexfîretê heta li ser piştê diveke.Her sal meha remezanê rojî girtin li ser misilmanan wekî pênc wext nimêj ferz e.Hîkmetê rojî girtinê gelek in, bi jimartinê naqedê.Çend hîkmetê rojî girtinê ev in ku hatiye bîra min; fêm kirina qîmetê n'imetên begerew û bergend, fêm kirina halê kesên ku birçî mane, demê tî û birçîbûnê de ferq kirina 'aczîyet û qelsîtî ya me û têgihiştina mezintîya Xweda ye ku ti tişt nîne Ew hewcedarî vî be.Rêber û afîtabê me Qur'ana Pîroz, şevekî di nav deh rojên dawîya remezanê de nazil bûye.navê vê şevê jî her kes dizane ku şeva qedir e.Di Qur'ana Pîroz de sûretek li ser navê vê şevê heye.(bnr: sûrat-el qadr).şeva qedirê ji hezar mehên xêrtire.Firîşteyan û Cebrail, bi destûra Xweda ji bonî biryar danîna di hemû babeta kar û jiyanê vê salê bi hinartin tînin.Meha remezanê lewma ji bo 'ibadet û dû'a kirinê bêhempa ye.Vî mehê bêhempa de Xwedê hemd û zîkr û ta'et û 'ibadetê her kesî zêde bike, rojîya her kesî qebul bike.Îsal xêr û bereketa meha remezan û şeva qedirê bibe sedemê hişdarî û ronahî û felat û azadîyê înşaallah. |
|
05.06.2016 20:11 ~2016.08.19 00:19 |
rûbar
|