1. (1756-1791) bestekarekî bi navûdeng bû. Mozart, di sala 1756'an de li bajarê Austriya Salzburgê hate dinê. Mozart, ku bavê wî jî mamosteyê muzîkê bû, hîn di temenê zarokatiyê de xwedî xisletên muzîkê bû, di 3 saliya xwe de di akoran de notayan ji hev derxist û di temenê xwe yê biçûk de, di warê muzîkê de bû zarokê bi navûdeng ê Ewropa yê. Mozart, bi xisletê xwe yê awarte di hemû cureyên muzîkê yên weke dans, opera, senfonî, sonat, konçerto û muzîka odeyê de berhemên gelek giran bihû derxist holê. Lê belê ev berhemên wî piştî mirina wî ya di sala 1791ê de pir bi derengî hate kefşkirin. Muzîkvanê mezin ê aûstriyayî Wolfgang Amadeus Mozart di 5'ê mijdara sala 1791ê de mir. |
|
14.04.2014 22:23 |
xwelî li ser
|