1. Lost in Translation filmek Soffia Coppala ye ku bûyerên cuda yên curbecur yên ku di jîyana me ya yeknesakî de biqewimin, rê me dide.. Divê çirûskek biteqe da ku mere ji ew tariya ku jiyana me ber xwe ve biriye xilas bibin. Lê ev çirûsk dê çirûskek çawa be ew ne diyar e. Carinan bûyerek pir hêsan e, carinan bûyerek pir û pir dijwar e, carinan jî hêmaneke ku tu eleqeya wê bi jiyana mere nîne ye. û carinan jî dibe ku jineke ku mere li cihekî biyanî rastî hev hatibin be. Di vê fîlme de jî bûyerek wisa diqewime û lehengê me yê ku ji jiyanê hemdî xwe aciz bûye, ketiye nav robara kul û derdan ya ku tê de şaxeke ku mere karibe xwe pê bigire û xwe ji kul û derdên xwe xilas bike, jî tune ye, bi demeke kurt be jî xwe jê xilas dike. Em di fîlmê de qetek ji jiyana legengê me yê ku ji bo kişandina reklamekê dihere Tokyo'ya Japonya'yê dibînin. Ya rastî ev ne bes qeteke kurt e, ev hêmanek zehf girîng ya jiyana mere ye ku di her qadên jiyana mere, mere her tim beraliyekê dibe. Di heman demê de hilketinek û ketinek e jî. Kêfxweşiya mêrikekî ku ji jiyanê sar bûye ya di çend rojan de hilketinek; di dawiya wan rojên ku bi kêfxweşiyê derbasbûne de qedîna kêfxweşiyê jî ketin e. Welhasilî kelam ev fîlm li ser derûniya mêrikekî ye ku şekepeqe bûye.. |
|
24.04.2014 15:45 |
mergehez
|