Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di kurmancî de peyva “bojî”] de;

1. di malpera diyarmame de nivîsek ku cîhan rojî nivîsiye..nivîs weha ye;

"Bo-jî; heger em karibin dahûrandina peyvê wekî bo-jiyanê têbigihîjin, li vir, ji jiyanê jî em ê jiyaneke bi kêfxweşî fam bikin lewre peyva “bojî” ji bo wan kûçikan tê gotin ku bi tirkî jê re “sus kopegî” tê gotin. Li Vartoyê peyv wekî henek û kêfxweşî ji alî mezinan ve ji bo zarokan jî tê gotin: “Bojî tu çawa yî?”

Danasîn û bîrxistina peyvekê bes e gelo? Belê, heger peyvek bi kurdî hatibe berhev kirin nivîs paragrafek be jî bes e.

Bi hêviya karibim di nivîsa pêşerojê de karibim peyveke din bi bîra we bixim."



di beşa peyvên herêmî de ku min nivîsîbû aliyê me,devoka sinemiliyê, bocî û gûmiş'ê(guh-mişk) bona kudikên(kûçik) biçûk ku her du cuda ne, dikartinîn.. di nav dijûn û xeweran de bona zarokên hûr an jî bona kesên qut û rital(lawaz) re wekî bociyê li ser sergînan, bociyê li ser zibilê..bocî, gûmiş (kudikê almanan ê biçûk), fîno dibêjin..



13.01.2015 23:26 | havka