Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijmij] de;

4. mijmij * devokî ye û ku weha ye zarok tv wekî wîkîferhengê çewtiye dike..kurmancî ne tenê devoka botanê , ew jî wekî devokên herêmên din tenê devokeke..

.ya berbelav mişmiş e çespandin jî ev e..

--li gor ferhenga îzolî: mışmış: kaysı. şelane, zerdalû, qeysi, hirog, arûng.

--li gor ferhenga celadet bedirxan qeysî: celebek mişmiş

--ferhenga enstitûya kurdi ya stenbolê mişmiş: kayisi

--ferhenga musa anter mişmiş:kayisi

li gor ferhenga kameran botî Mijmije (n.l.mê) 1. Dara mijmijê . 2. Fêqîyek biharî ti pir xweşe rengê wê zere. Zerdil.



16.03.2015 20:08 ~20:09 | havka

1. bona (bnr: mişmiş)an li wîkîferhengê mijmij hatiyê gotin ku bi rastî mîrov şaş dimê..gelo li kîjan herêman de li mişmişê dibêjin mijmij nizanim lê li vir çewtiyek heye..bona mişmişan gotinek din bi kar anîn seyr e..zerdalî, qeysî jî dibêjin lê ya herî pir gotin mişmiş e..

taybetiya darên mişmişan ev e ku dema ba hat dengê çiloyên dar ên mişmişan ji darên din cuda tên.. belkî ji ber vê ev gotin pêk hatiye ji ber dengê çiloyên daran..di hewayekî bi bê de li bin darên mişmişan de raketin(razîn) li bin darên wekî bî, hirmî, sinc, şekoka, sipîndar, giwîc..hwd cuda ye ev jî taybetiya pêlgên darê tê..ji ber ku dengê xişiniyek bi aheng tê guhê merivan..



15.03.2015 23:24 ~23:28 | havka