Tirşik - Profîl
tirşik-profîla avên_sar

profîla "avên_sar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [william blake] de;

6. helbestek ji william blake



mêş



mêşê biçûk,

destê min ê bêpûte

guh neda lîstika havînî ya te.



ma ez

wekî te ne mêşek im qey?

tu jî

wekî min ne mirovek î qey?



lew radibim govendê,

vedixwim, dibêjim stranan,

ta ku destekî kor

baskê min bike dêran.



ku raman jiyan,

şiyan û henase be,

nebûna ramanê

mirin be;



nexwe ez

mêşekî bextewar im,

çi bijîm

çi jî bimirim.



ji îngilîzî: k.nemir



18.04.2014 05:29 | avên_sar

5. dilgeşiya sava



" min navê nîne,

jiyê min tenê du roj"

bila çi bibe navê te?

"min xem nîne,

dilgeşî navê min e."

dilgeşiya şêrîn bê serê te!



dilgeşiya delal!

dilgeşiya şêrîn a jî bi tenê du roj.

dilgeşiya şêrîn datînim navê te;

rû li te dibe geş,

distrênim demê xweş-

dilgeşiya şêrîn bê serê te!



william blake



12.04.2014 01:52 | avên_sar

4. hêmaya xwedayî



bo paranî, dilovanî, aramî û hezkirinê,

derdên wan hebin, her kes başkuriyê dike;

û bi pêş van dilpakiyên şadiyê ve

her kes radihêle şabaşê dike.



çi ku paranî, dilovanî, aramî û hezkirin

xweda ye, bavê me yê delal e,

û paranî, dilovanî, aramî û hezkirin

mirov e, li wî pûtepêtan û mindal e.



çi ku paraniyê dilekî mirovî heye,

dilovaniyê rûyekî mirovî;

hezkirinê şêweyê xwedayî yê mirovî heye,

û aramiyê kirasê mirovî.



lewma her mirovê ji her welatî,

yÊ ku ji ber derdên xwe dike başkuriyê,

başkuriyê dike li şêweyê xwedayî yê mirovî,

li hezkirin, paranî, dilovanî û aramiyê.



û hez kî pûtperest, tirk yan jî cihû be,

divê her kes bike şêweyê mirovî;

Li kû paranî, hezkirin Û DLOVANÎ HEBE,

li wir heye xweda jî.



william blake



07.04.2014 01:31 | avên_sar

2. helbesteke william blake



strana dadokê



ku dengên zarokan tên bihîstin li mêrg û çîmanan

û kurtepist li dolê,

rojên ciwaniya min ji nû ve hişyar dibin li bîra min,

rûyê min dibe kesk, digire rengê çolê.



êdî werin malê, zarokên min, roj çû ava, werin,

çilkên xunava şevê ketin;

bihara we, roja we bi lîstikê dêrîs bû,

zivistan û şeva we dikeve dilqekî din.



04.04.2014 01:45 | avên_sar

1. helbestkar,nîgarkêş,pÊşbînê mîstîk,anarşîst û şoreşgerê îngilîz ê serdama romantîk.



helbestek ji william blake:



ez ê çima ji mirovên thamesê hez bikim,

çima paxavê bi pÊlên rîpkar Ên cobarÊn kirÊkirê bikim;

çima ji ber teqînên tirsê yên biçûk bimelisim,

ku cehş bi guhÊ min de dijenînin?



tevî KU Lİ PERAVÊN THAMESÊ YÊN RÎPKAR Jİ DAYÎK BÛME,

TEVÎ KU AVÊN WÊ DEST Û PİYên min ên virnî şûştine,

wê ohio min bişo, ew ê min te'fîl bike:

ez bende ji dayîk bûm,lê diçim da ku bibim azad!



16.03.2014 12:42 | avên_sar