3. helbestek ji carl sandburg
mij dimeşe li seranserê newalÊ,
PêBERJÊRÎ nişîvekî dirêj mij dimeşe,
paşê pêberjorî nişîvekî dirêj mij dimeşe
û keyanî, artêş, top û tiving, efsûna pirtûkfiroşan, daristanvan,
mij dimeşe di nava hemûyan re, dicivîne wan hemûyan,
diçe newala din, diçe şeva din
diçe ser binerên din, dicivîne wan hemûyan.
dicivîne newalan, şevan, binêran.
de were biniya newalê; ax mijê, de were,
bi çîçkek spîtiya xwe me spî bike.
şabaşa xwe nîşanî me bide, şabaşa xwe ya mezin, şabaşa xwe ya spî
ya civandina hemûyan, civandina keyaniyan, artêşan, top û tivingan
efsûna pirtûkfiroşan, daristanvanan, civandina newalan, şevan, binêran.
me spî bike, ax mijê, bi çîçkek vê spîtiya xwe ya xurt î nerm be spî bike.
|