3. helbesteke W.H.AUDEN
li vê dorgeyê
Meyzê biyaniyo, êdî li vê dorgeyê
Tava ku bazdide,ji şadiya te re peyda ye,
Qewîn raweste li vir
Deng meke,
Ku di cihokên guhî re
Bila weke rûbarekî bigere
Dengê deryayê yê ku vediweşe.
Li vir,di bêhnvedana ku diqede ya mêrga biçûk de
Gava ku diwarê gêç dihedime nava kefan û resîfên wî yên dirêj
Dikin kefteleft bi dilêrî
û bi derbên med û cizîrê re,Depên bên hildipijirin piştî şikestepêla ku dike
firrefirr,
Qaqlîbaz dihewe
Li ser keviya wê ya asê bêhnekê.
Li dûr,keştiyên fena tovên li ser avê
Li ser suxreyên minêkar î lez bi dûr dikevin,
Bergeha fireh
Berra berra reng e tê kevê
û di bîranînê de bilive her weke niha ewr dikin,
Ewrên ku ji awêneya benderê derbas dikin
û havînê pê ve di nava avê re selexane selexane digerin..
Ji İngilîzî: Kawa Nemir
|