Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [topa garanê] de;

4. Di BasNews ê de Nûçeyekî derheqê wê de hatiye weşandin, li Şirnexê jî bi navê guhşegi ev leyîstik tê leyîstin. Derbarê wê de Kitêbeke bi navê “Guhşegi Beyzbolun Atası’’ derxistine.

Navê wê herêmên din ji hev cuda ne, wekî "topa Dara", "goga Dara", "Guhşegi" tê zanîn.

Ev leyîstik Beyzbola kurdan e ku ji Amerîkayê ewil kurd leyîstiye hê jî tê leyîstin. Bavê min kalikê min wan ne televîzyon ne radyoya wan hebû Tirkî jî nizanibûn, ji gundên xwe derneketibûn wê leyîstine, îja feqîrê ji kû bizanibûna Beyzbol çiye...

Çend Îdîa hene esker, mîsyonerên Ewropayê​, Amerîkayê hwd. Vê lîstikê ji Kurdan dîtine birine Amerîkayê​. Yan jî miletên ermenî, suryanî gava çûne Amerîkayê hînî wan kirine.

Here lînkê



09.06.2017 01:46 ~01:51 | mîr

2. Nûçeyekî derheqa vî lîstikê:



Beyzbola kurdan "Topa garanê"



Here lînkê





13.02.2015 16:15 | mîr

1. lîstikek kurda ye, wekî “topa dara” jî tê gotin. barkem piranî li herêma serhedê tê leyîstin. leyîstina vî lîstikê wekî beyzbol e. du heb tîm bi dar û top tê leyîstin.



heta dibejin ku, ji beyzbolê kevntir e, dibe ku emerîkanî ji me kurda hildaye, çimkî lê “wikipedia” binêrin wana sala 1850 ya dest pê kiriye.



topa vî bi pirça ga tê çêkirin. min heta niha ne leyîstiye, lê bavê min û apê min wan behs dikirin.



hewce dike ser vî lîstike lêkolinek akademîk were çêkirin. texmin dikim heke haja emerîkanî ser vî hebûya gelek balê wan dikişand.



15.05.2014 15:20 | mîr