Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [încîla kurdî] de;

6. Gava dinê di înternetê de hate rastê min, di google booksê de heye. Bi standarta kurmancîya k'urdêd welatêd kafkazê hatiye nivîsandin.

Weşanger: Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

Min hinek jê xwend Bi devoka kafkaz û serhedê ye, zimanê wê sivik û resen e, anegorî gundiyekî qet ji gundê xwe derneketî, nexwendî dikare jê fehm bike. Yanî hûn ê herin yekî extiyar a gundiyekî welatên Serhedê bîna Mûş, agirê, îdirê re bixwînin we rehet fahm dike.

Di pêşgotina kitêbê jî dinivîse Ji bo kurdên kafkazê re hatiye nivîsandin. Wan salên dawî bi taybetî ji bo kurdên Êzdî re fealiyetên mîsyonerî zêde bûye.

Mebesta wan siyasî û asîmîlasyona Kurdan nebe bi ya min her kes misilman, xristiyan, şahidên yehowa dikare weaza dînên xwe bike ... Lêbelê misilman, xristiyan dînên xwe piranî boyî siyasî, desthilatdariya xwe bi kar tînin... Ne ji bo heqîqetê.

Ha ji aliyekî din jî, misilman ji vê încîla bi kurdî hanê bixwînin belkî rûyê wan hinekî sor dibe, şerm bikin ji ber Rêzgirtina zimanê kurdî ya xristiyanan... Piraniya Kurdan misilman in û misilmanên derdora wan ji wan re zilm û zordarî dikin û behsa biratî, edaletê hwd. dikin ka lê binêrin...

(bnr: jw.org)
(bnr: şahidên yehowa)

Mizgînî Peymana Nû (încîl)
Înstîtûta werger'andina k'itêba pîroz Moskva 2011

Here lînkê



27.12.2017 20:48 ~20:51 | mîr