Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mafê jinan ji mîratê] de;

1. Di hiqûqa cîhanî, hiqûqa medenî, hiqûqa îslamî de eşkereye ku heqê jinan ji mîrata dê û bavê xwe hene, lêbelê ev tişt di nava miletê kurd de tune ye.

Wextê diya wê yan jî bavê wê bimre di Hiqûqa medenî de nikarin heqên xwe ji birayên xwe bistînin yan bi darê zorê yan jî şerma miletê xwe newêrin devê xwe jî vekin, bi zorê wekaletname jê distînin û xilas.

Di Hiqûqa îslamî de jî nikarin heqên xwe bistînin, keno kurdên extiyar xwe wek dîndar nîşan didin, lê gava parîkirina mîratê dibe, quran, îslam ti tişt ortê de namîne. Şêx û meleyan kurdan tevlî her tiştê dibin Lêbelê di vê meselê de zêde tev nadin.(belkî ew jî mêr in loma)

Ji mîratê dê û bavê jinan ji wan re tenê Kelogirî û hêstirên çavên wan dimîne.

Mixabin...



08.05.2017 19:49 ~19:56 | mîr