Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunel] de;

4. bi kurdî mirov dikare jê re bibêje qulan, ji ber ku hem rê ye, hem jî bi qulkirinê tê çêkirin. Li Ferhenga jî peyveke wekî "qulan" tune ye em dikarin rezerve bikin ;)

Jixwe kolan navê cade ye, serê erdê ye.

Li gorî min ev baştir e:
Serê erdê kolan
Binê erdê qulan



13.06.2017 09:16 | mîr

2. Li dinyayê de Piştî avakirina metroya ewil ya londonê Brîtanya duyemîn xeta metro ye, Di navbera hêlên galata û beyoğluyê ya stenbolê tirkiye di sala 1875 ê de ketiye fealiyetê. Dirêjahiya wê 573 mîtro ye, nêzîkî 1,5 deqe zemanê meriv dikşîne.

Projeya Endazyara fransî​ eugene henri gavand e, pê krediya îngilîzan hatiye çêkirin. Ji sala 1910 an heta îro pê elektrîkê dixebite, pêşî sîstema wê mekanîk bûye, erdê wê hevraz e loma wagona jorê gava dihate jêrê wagona jêrê bi xwe re kaş dikir bilind dikir jorê.

Tiştê sosret ev e, dibêjin Piştî çêkirina wê şêxulîslamê Osmanî ji bo siwarbûnê însanan fetwa nade, dibêje mirov tenê Piştî mirinê dikevin binê erdê, ji ber wê zemanekî tenê heywan û eşya siwar dikin.

Di sala 1939 an de ji îngilîzan dikeve destê Tirkiyê.

Derdora wê de kafê û cihê rûniştinên xweş hene.

Here lînkê



13.06.2017 02:48 ~09:28 | mîr

1. Rêyên ku binê erdê yan jî binê avê tê çêkirin. Bi şiklê lûle, nîvlûle, çargoşe, çargoşeya tîk tê plankirin.

Piranî, li Erdên derdora çiya, cihên xil û xwar ne nizm tê çêkirin, da ku ji zemanê rêwîtiya meriv kurt bike û bi ewlehî çêbe.



13.06.2017 02:12 | mîr