Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îbrankî] de;

3. Gerek e kurd ji bo zimanê kurdî li cihûyan binihêre û ji wan ders hilde.

Pêşiya avakirina Îsraîlê hema bêje îbrankî wekî zimanekî mirî bû, tenê alimên cihûyan wek nivîskî dihate bi kar anîn xêncî alimên wan, cihû kîjan welatê de cih bûbûn zimanê li wir xeber didan. Rûsî, Almanî, îngîlîzî, tirkî, kurdî, erebî hwd. Miletê wan perçe perçe bûbû... (Xetayên dewleta Îsraîlê li aliyekî ve... wekî her dewletan ew jî polîtîkayên qirêj kir û hê jî dike)

Nêzîkî 2.000 sal e cihû ji welatên xwe dûr ketibûn her derê dinyayê belav bûbûn, zimanê wan ji ortê rabû, yekitiya wan ê siyasî, sosyal hwd. Tune bû. Hema dîsa wekî milet ji ortê ranebûn çimkî ji wana dike milet ne tenê zimanê wan e, dînê wan dînekî Millî ye loma kokên wan saxlem bû.

Piştî mirina pêxember Mihemed sxl Ereb (emewî), Faris (Safewî), tirk (Osmanî) dînê Îslamê xwe re kirin wekî dînekî Mîllî, pê polîtîkayên xwe suîstîmal kirin, boyî iqtidarên xwe, li gorî daxwazên xwe, kîjan welatê feth bikin bi navê Îslamê hereket kirin, baweriya kurdan ji Îslamê re siyasî nîne, sivîl e. kurd wekî tirk, Faris, ereban împaratorî ava nekirine loma îhtîmaleke suîstîmala Îslamê bi wan re pêk nehat. Yanî niha kurd bi navê Îslamê peyî Ereb, Faris,Tirkan diçine ev ne dînekî rastî ye, piranî dînê wan Tirk-Îslam, ereb-îslam, faris-îslam e, îslam mala bavê kesî nîne dînekî cîhanî ye, ewana îslam kirine wekî dînê xwe yê millî, bi rêya mezheban sunnî, Şîe, wehabî jî polîtîkayên xwe dimeşînin.

Îslam rêya xapandinê nîne, bi navê biratiya dînî îstîsmar kirin ne dînekî rast e.

Car caran hêviya min jî dişikê û dibêm kurd û kurdî ji ortê rabe, paşî li cihûyan dinihêrim ewana cinazeyê mirî ji gorê wê rakirin dane ser piyan em seqet bin jî hê sax in, ne?



24.06.2017 23:26 ~23:44 | mîr