Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazyar

profîla "endazyar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilêvkirina mijarên tirşik'ê] de;

2. di eslê xwe de pêşnîyareke baş e. lê ne mijarên tirşikê bila peyvên ke di beşa ferhengan de hene werin bilêvkirin. he hêsantir hem jî feydetîr e.



ez ê bersivên pirsan jî bidim.

1- kê gotiye 40 deng hene ? çavkanî, lêgerîneke kûr? belê ji bo tîpekê carinan gelek deng tên bikaranîn, lê ji bo yek peyv jî gelek bilêkirina cuda hene li gor herêman. em ê çawa bikin ??



2- '' gelek peyv herêmî ne '' dîsa îdîayekî bêbingeh, ez nizanim rastî çi ye, lê ez ji ku bizanim ku ev gotin rast e? yanî, ka çavkanî ? heger bilêvkirina li gor herêman pêk were, dîsa kaosek derdikeve holê. mîsal: peyvê hêjîr li herêmê torî wek 'hêjîr ( 'h: h'ya hesen, bi erebî tîpa eyn ) tê bilêvkirin.



3- kurdîya nivîskî li gor çi nerûniştiye? li gorî min rûniştiye. û alfebeya ke hemû dengan bistîne nav xwe ev ne pedagojîk e. sibêroj em ê çawa hînî zarokan bikin ?? gava ku we dersê alfebe dît, hûn dikarin rast bixwînin û rast bi lêv bikin. li gor min pirsgireke wiha di kurdî de tune ye.



4-ji bo vê mijarê maf didim we. bi rastî jî wisa ye û divê sepaneke bilêvkirina peyvên kurdî hewce ye û gelek baş dibe.



5- min pirsek nedît, şîrove heye tenê. loma bersiveke min jî tune ye.





17.05.2016 03:41 ~03:42 | endazyar