Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navçeyên wêranbûyî] de;

1. Di dîrokê de hin wext hene, hin dewran hene ku bandora wan a li ser civakê encax piştî derbasbûna wî wextê tê fahmkirin wek mînak ez mirovên dema gelîyê zîlan ê mirovên dema dersîm ê, zîndana amedê, valakirina gundan, salên 90'an, gelek meraq dikim, ka gelo yên ku wan karesata, wan zilmû zordarîya bihîstîye anjî dîtîye gelo çawa tevdigerîyan, çi hîs dikirin, çi bertek nîşan didan. "navçeyên wêranbûyî" jî bi min êdî di dîrokê de ji salên 90'an xirabtir bikeve dîrokê. Navçeyên wêranbûyî ên bakurê kurdîstan ê ev in : nisêbîn, sur, şirnex, cizîr, sîlopî, Gever, hezex, kerboran, (û hinek jî)dêrîk. Ev navçeyên navderbasbûyî hem ji alîyê potansîyela fikra kurdayetî ve hem ji alîyê rewşa aborî û bazirganî, dîrokî ve navçeyên girîng û bi navê û deng bûn lê ji ber şerê "demokratîk türkîyecî" û komara tirkan ve wêran bûn, xirab bûn, nêzî 2000 cîwan û 400 sivîl ên xwe şehîd ketin, mirin. Herî kêm 30 sal paşda çûn... Bandora wan şeran piştî ku hinek sal derbasbûn emê hingê bizanibin ką karesata nihe tiştek çawaye...



06.06.2016 18:40 | azad30