Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 berfenbar 2019 maça amedspor vs çorum bld] de;

8. Maça ku Amedspor 3-2 têk birîye. Golên Amedê tolga tekîn,furkan yaman û muhlis istemi avêtîye. Di vê têkbirinêde rola qerta sor a çorum ê jî hebu çorumspor 80 deqqe 10 kes leyizt. Bi piştgiriya alîgiran û xweş lîstîna hinek futbolîstên xwe Amedspor 3 puan girt.



01.12.2019 15:22 | azad30

5. Alîyên pozîtif ;
Pirbûna alîgirên Amedsporê. Wê vê pêşbirkê herhal wê rekora Amedsporê bê şikandin û piştî daxuyaniya Suleyman Soylu wê xelk pêtir aksîyoner bibin. Eger muhlîs istemi û Furkan yaman xwe zîrek bikin wê bi serkevin înşelah.

Alîyên Neyînî;

Muhammed burak taşdemîr. Forvetê Amedê ye lê ji ber ku 2 hefta berê li hember hekem derketibû 3 heftê ceza xwar. Pir zîrek e. Par Roveşateya nav û deng a ku di deqqeya 90+2 de avibû faşistên Sariyer ê . Û wê demê stad ê de coşek mezin qewimîbu. Nebûna wî wê bibe qelsî ji me re.



29.11.2019 23:32 | azad30

2. Tiştek din ku min kêm mabu bîr dikir. Vê heftê bîletên maçê 1 tl ye. Ji bo ku zêdetir alîgir were rêveberîya amedspor ê bîryarek wisa girt. Hevalên ku Amedê dijîn vê heftê piştgirîya amedspor ê bîr nekin.
Cihên bilêt firotinê:
Amedstore Ceylan
Gîşeyên Stadê
Marketên Tez Gel komê



27.11.2019 20:43 | azad30

1. Pêşbirka futbolê ku vê heftê roja yekşemê wê seet 13:00 an de pêk were ye.

Amedspor a niha di liga duyem de koma spî de rêza 15 an de ye yanî rewşa wî îsal ewqas ne başe. Çorum bld jî di rêza sêyem de ye.

Ev du sale min pêşbirkên amedsporê hema hema bi giştî temaşe kirîye. Wê vê heftê jî înşelah amedspor wê çorum bld yê têk bibe ji ber ku amedspor di mala xwe de pir xurte bi piştevanîya alîgîrên xwe ku her heftê bi dil û can piştevanîya tîma xwe dikin wê vê heftê 3 xalan bistîne û wê hinek cihê bi xetere dûr bibe.



27.11.2019 20:38 | azad30