Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [iddia] de;

1. Şîrketa bahsê ya futbolê ye.
Li gor texmîna encamên pêşbirkên futbolê tê lîstin. Her wiha wê çend gol bê avêtin, wê kî bibe golvanê yekem her cure encam dikare bibe mijara iddiayê.

Iddia ji berê ve heye lê ewqas mezin nebu û ewqas zirar nedabu. Niha xetere ewqas mezine ku malbat xirab dibin. Zilamên xwudan jin û zarok hem malê xwe hem jin û zarokên xwe berdide perişan dibe diçe. Yê ku zêrên jina xwe dayî bigire heta îkramîya xwe ya teqawîtbûnê jî didin heye.

Lê çiye ku mirov wiha rehetî rastî bê karesatê tê.
Mesela yekî diçe carek dileyze 20 tl dide 5 milyar qezenç dike paşî dîsa dileyze vê carê hinek winda dike dûre ji bo hem zirarê telafî bike hem jî zêdetîr qezenç bike diçe 2 milyar ji bo 20 milyar dileyze lê tabî winda dike paşî windakirin her dewam dike. Her lîstînek ji bo zirara xwe telafî kirin ê tê lîstîn lê tabî dawîyê de her tişt winda dibe.

Di 10 sal berê iddia ewqas mezin nebu mesela di tirkîyê tenê lîga yekem hebu lê niha heta lîga sêyem jî heye, berê lîgên sereke yên Ewropayê hebu a nihe hemû dînyayê lîgan wan yê 3 yem û 4 em jî heye. Ji ber vê belaya îddîayê tîmên lîgên biçûk maç difiroşin hîle mîle têxin nav .

Xwedê hifza me ji vê belayê bike.



02.01.2020 09:18 ~10:55 | azad30