Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatu korê] de;

2. fatê korê, diya dijûnan e, lê bi ya min dijûnkirin ji her kesî bêtir li wê tê. xwedî dengeke têr û tijî ye. tişta baldar ew e ku fatê korê di ber kilam û stranên xwe de çêr û dijûnan baş dike. mînak, piştî stranê, jinên li wir amade tev de dibêjin "carî caran" fatê korê jî dibêje: "quzê diya çaran!"*

albûmeke wê li ba min heye. albûm du beş in, beşa A û beşa b. lawikek navê wî serwet heye, dê biçe eskeriyê, beriya ku here eskeriyê wê şevê şevbihêrk çêdibe û fatê korê jî tê di mezela jinan de stranên xwe distire û ev albûm jî wê şevê hatiye tomarkirin.

stranên wekî: erê cîran, çelebî, istemem babacım istemem, koçera minê, zava zava hwd. hene. di demek nêzing de ez ê bavÊjim di youtubeê de.



23.10.2013 23:01 | zero