Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cureyên dengbêjan] de;

1. 3 cure dengbêj hene:

1- dengbêjên gel:

Ev cure dengbêj, di nava gel de ne, ango ne dengbêjên dîwana mîr, beg û paşayan in. Bûyerên ku di herêman de derbas dibin distrên, gelek caran kilaman diafirînin. Kilamên dengbêjên gelî ji kilamên dengbêjên dîwana mîr û began dîdaktîktir in.

Hişê wan ji bajar û bajarvaniyê diçe; lew di kilamên xwe de dema behsa bajarek bikin rengdêrên neyînî bi kar tînin. Bo nimûne: “...Ez ê çûme Diyarbekira şewitî...” “Dêrsima xopan...” Ji ber ku xweza di bajaran de tune, ew jî bêyî xwezaya çem û çiyayan nikarin deqeyek jî biqedînin.

Gava ku dengbêjê gel ji dêrî ve xuya dike û dikeve hundir, wê gavê bêdengiyek li civatê dipêçe, hemû li bendê ne ku dengbêj an jî “gula cimaetê” kilama xwe bistire. Devera ku dengbêj here li wê divê tu pevçûn û nîqaş nebûyan, ev jî dide xuyakirin ku dengbêjên gel di nava civakê de xwedînirx in û bêrêzî divê qet li wan nebûya.

Hinek dengbêjên vê cureyê ev in: Şakiro, m. arif cizrawî, hiseynê mûşî, meyremxan, kawîs axa, cemîl horo, ayşe Şan, salihê qubînî...

2- dengbêjên dîwanan:

Ev cure dengbêj bêtir di koşk û seray û dîwana mîr û began de distirên. Dengbêjên dîwanan li anegora dengbêjên din di warê ilmî de zanatir in, gelek ji wan xwendin û nivîsandinê jî dizanin. Xwarin, vexwarin û debara wan tev ji dîwanê ye; ango wekî dengbêjên din ji bo debara xwe kilaman îcad nakin.

Di kilamên xwe de bêtir pesnê mîr, beg û eşîrên xwe didin. Lê ev nayê wê wateyê ku dengbejên mîr û began pabûsê mîr û begên xwe ne. Dibe ku carina ew di kilamên xwe de mîr an jî beg rexne bikin. Bo nimûne, evdalê zeynikê dengbêjê dîwana surmelî mehmet paşa bû, dema Osmanî ji bo sekinandina serhildana Kozanogluyan alîkarî ji Surmelî Mehmet Paşa dixwaze, Evdalê Zeynikê naxwaze Surmelî Mehmet Paşa ji bo Roma Reş serê leşkeran bide jêkirin. Lê Surmelî Mehmet Paşa bi ya xwe dike, wê hingê dengbêjê Kozanogluyan jî Dadaloglu bû. Piştî şerekî gele dijwar bi alîkariya Surmelî Mehmet Paşa û çend mîrektiyên din Osmanî ser dikevin û Kozanoglu têk diçin, serê wan tê jêkirin. Piştî vê bûyerê Evdalê Zeynikê dev ji pesinandina Surmelî Mehmet Paşa berdide û di hin kilamên xwe de mîrê dîwanê rexne dike.

Hinek dengbêjên vê cureyê: evdalê zeynikê (yê Surmelî Mehmet Paşa), izerê mico (yê mîr bedirxan), karapetê xaço (yê filîtê quto), ehmedê fermanê kikî (yê Mîr Celadet A. Bedirxan) û hwd.

3- Mitirbên Gerok:

Ev cure dengbêj ji ber ku rewşa wan aborî zêde ne baş e di demên çinîna dexil û fêkiyan de gund bi gund digerin, stran û kilamên xwe di civatan de distrên; paşê re malavan genim, arvan, şekir, nan û hwd. têxe di tûrikê dengbêj de.

Lê piştî bajarvaniyê teknîka vê cureyê guherî û enstrûmana “ribab”ê kete di dewrê de. Bêtir li herêma Torê (Kerboran, Kercews, Nisêbîn...) ev cure kilambêj hene Bo nimûne, mirado (miradê kinê) weke “Mîrê Ribabê” tê hesibandin.



2013.12.23-06:00 | zero