Tirşik - Profîl
tirşik-profîla uciezkvidyêvp

profîla "uciezkvidyêvp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi min] de;

6. deh hezar qetî ji peyva li gor min û bi lepikê min an ji sêwana min kurdîtir e. ew peyva gorê ya di bêjeya li gor min de bi eslê xwe tirkî ye û ji peyva göre yanî görmeka bi wateya dîtinê tê. û bêje û biwêja bi min a bi ya min jî tu eleqeya wê bi tirkî re nîne, heta belkî ji kurdî ketibe nav zimanê tirkî. niha li cihnan di kurmancî de ji bo li gora min, bêjeyên nû yên wekê, bi fikra min, bi dîtina min, bi baweriya min, bi qenaeta min jÎ tên bikaranîn.

kî çi bikar bÎne bi dilê xwe ye bêguman lê bi ya min îfadeya herî baş ji bo derbirîn û îfadekirina vê mîratê, bi min an bi ya min e.

(bnr: bi ya yekî kirin)

(bnr: bi ya yekî nekirin)

(bnr: ji ya yekî dernektin)



çend nimûne; kurê min êdî b'ya min nake, ez çi bêjim diçe ya dî dike.

ev deh sal in em bi hev re ne, hê min nedîtiye rojekî j'ya min derketîyî.

carinan mirov bi ya şeytên bike jî baş e.



16.12.2014 00:37 | uciezkvidyêvp