Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mişk] de;

1. heywanek ji wan heywanên li ser rûyê erdê ye.. heywaneke mezlûm e berê li gunda gelek zilm û tadeyî li wan dihat kirin, bi hêceta ku ketiye metbexê û zikê xwe têr kiriye, dibû armanca derbên mirinê.. yên biçekî rehm di dilê wan de heyî ji dûvê wê re digirtin û davêtin ji derve Û yên bêrehm jî bi derbên milkis ew dikuştin û qene fatheyek jî li ser can û cesedê feqîrê nedixwendin..

ji bo wê haleta ku mirov pê kombersê birêve dibe jî mouse yanî mişk dibêjin, erê şiklê haletê biçekî dişibe mişkan lê tu aqilê min ji vê binavkirnê nagire, ez dibêjim em şaşiya xelkê xerîb dubare nekin û bi vî navê necis emel nekin, werin em di nav xwe de ji vê haletê re naveke din li hev bînin? *