Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serhednişîn

profîla "serhednişîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guhfît] de;

1. ew kes û ajalên ku guhê wan ber bi hevraz tîk e. notanî guhên elfan in ku ber bi jor tîk in. wateya wê nêzîkî guhbelê ye lê ne eynî tişt e. peyva fît wexta ku ajalek bi baldarî guhê xwe bide tiştekî an jî talûkeyekî tê bi kar anîn.



sermeselê, dibêjin; "bizina me ya kever dema ku gur dît guhê xwe fît kir". di heman demê de wateya wê ya guhbelkirinê jî heye.



di zazakî de jî heman peyv heye bi navê goşvît. ev guherîna 'f-v'yê nizanim gelo dereke din de jî heye?





27.03.2015 18:32 ~18:33 | serhednişîn